• DOLAR 32.713
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2442.15
  • ...
Abdulwahap Pêncwinî: Laîktî Kurdan ji aqîdeyê û ji tewhîdê dûr dixe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pêncwînî di pêşkeşî xwe de qala “Faktorên Li pişt Laîkbûnê di Civaka Kurdî de, Wêrankirinên Wê, Pêwîstiya Têkoşînê, Berpirsiyarên Ulemayan” kir.

Pêncwînî di axavtina xwe de destnîşan kir ku xelqê Kurd, mil dan perçeyên dinê yê ummetê û ji şarezanîya Îslamê re di beşên wek îlîm, zanist û edebîyatê de tevkarîyeke mezin kirine, Pêncwanî got ku ji bona ku rêbertîya Kurdan a ku di dîrokê de gelek rêbertîyê kirine re daîma astengîyan hatine derxistin.

Pêncwînî, di berdewama axavtina xwe de weha got, “Wek ku di Qurana Pîroz de tê destnîşankirin neyarên Îslamê tu dem ew ê tertîpkirina plan û desîseyan a li ser Misilmanan dev jê bernedin û paşve namînin. Wa bi temamî jî di vê wextê de ji bona ku pirsgirêkên ewakî biqedin, ummetê ji tarîtîyê derxin ronahîyê, ji feqîrîyê derxin dewlemendîyê, ji zilletê derxînin îzzetê, ji kufrê derxin îmanê bê şek û bê şibhe di hemû xebatên ku bên kirin de hebûna alîkarîya xelqê Kurd li gorî hebûna a Ereban û nîjadên dinê kêmasî nîne. Hemû van nîjadan bi îzna Xwedê ev ala şanazîyê barkirine û helanîne. Ji ber ku xelqê Kurd li gorî nîjadên dinê hindik in an jî piştî Herba Cîhanê a Yekemîn ji wan re dewletek an jî ‘erdek nehat dayîn di alîyê fermî de ‘erdekî wan ê naskirî tineye. Ev rewş dem bi dem dibe sedema girtina mafên wan ji wan û eciqandina wan.”

“Ji bona ku Kurd bibin neyarê Îslamê dixebitin”

Pêncwînî di berdewama axavtina xwe de weha got, “Xelqê Kurd, rûberûyê gelek derdan in. Eva ku li ser milê me dikeve jî ev e ku em mafên xelqê Kurd, nedin wan dewletên ku xwe hêzên mezin ê dinyayê dibînin û dinyayê perçe perçe dikin.

Tiştê herî muhîm yê ku laîktî dixwaze bike, veqetandina Kurdan a ji aqîdeyê, qutkirina minasebetên wan ên bi tewhîdê û bi şeklekî dûrxistina wan a ji kevneşopîya wan e

De’wa xelqê Kurd de’wekî heq e. Encax mixabin di roja me de berdevkîya ev heqan kesên sekuler dikin. Ev tişt ji bona me eyb û şermeke mezin e. Dema ku em li wê xirtolê ku bi hesaba mafên Kurdan diparêzin binherin vana çi Xwedê û çi jî pîrozên dînî nas dikin. Û çi jî ji bawerîya vê xelqê re rêz girtin in.”

“Divê ku aliman, di ciwanên Kurdan de aqîdeya sehîh çêbikin”

Pêncwînî di axavtina xwe de qala aqîdeya ciwanên Kurdan jî kir û weha got, “Xutbeyên me, xoceyên me di vê warê de kêmasîne. Çîmkî fitne û fesada ku tê çêkirin zêdetir mezin e. Xeyn ji vê tiştê em di pêşxistina gotinên dînê de jî kêm in. Mixabin gotinen me li gorî neyarên me tineye. Jê cuda em alîyê menewî yê ciwanan nikarin têr bikin. Ummeta Îslamê, mixabin nikare xebatên ku rojava çêdike bibihurîne.”

Pêncwînî di axavtina xwe de der barê ev pirsgirêkan de çareserîyan jî got û axavtina xwe weha dawî kir, “Ji bona ku aliman, di laîkbûna xelqê Kurdan re bibin asnetng serê ‘ewil lazim e ku aqîdeya ciwanan çêbike û biqewet bike. Ev jî gerek bi rêyên eqlî bê kirin û ji teknolojîyê jî îstîfade bê kirin, her platform jî bê şixulandin. Ji van cuda divê ku gerek kitêbên batil jî ji civanan bê dûrxistin. Ji aliyê din ve jî divê axaftineke dînî ya li ser Qur'an û Sunnetê bi awayekî herî baş were pêşxistin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir