• DOLAR 32.783
  • EURO 35.178
  • ALTIN 2455.05
  • ...
Zebîullah Mucahîd:  Problema muhîmtirîn a Mislimanên cîhanê di nav wan de tunebûna yekîtîyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mucahîd di nirxandina xwe ya ku kir de balan kişand li ser yekîtî û wehdeta Mislimanan.

“Ulema divê ji bo wehdetê  wezîfeyên muhîm bigire li ser xwe”

Mucahîd di destpêka nirxandina ku kir de destnîşan kir, problema muhîmtirîn a Mislimanên cîhanê di nav wan de tunebûna yekîtîyê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di vî warî de barekî giran û muhîm dikeve para aliman. Ger Mislimana di nav xwe de bibin yek û wehdet di nav xwe de saz bikin, wê demê ew ê temamê problemên li ser erdnigarîya alema Îslamê ji xwe me re çareser bibin. Hebûna wehdetê ya di navbera Mislimanan de hêmaneke pir girîng e.  Ulema ji bo vê yekê dikare kar û xebateke baş bike.”

“Lihevkirina di navbera aliman de dê bibe wesîle ku welatên Misliman nêzî hev bibin”

Muchîd di berdewama nirxandina xwe de destnîşan kir, divê alimên ummetê her tim bi hev re di nav îrtîbatê de bin û dû re wiha got: “Bi ya min divê têkilî û pêwendîya di navbera aliman de her tim baş be û divê ew her tim di îrtîbatê de bin û têkilîya xwe ji hev qut nekin. Lihevkirina di navbera aliman de dê bibe wesîle ku welatên Misliman nêzî hev bibin û ew ê bi vê wesîleyê problemên heyî bi îstîşare û xeberdanê bên çareserkirin.  Em wek Mislimanan pêwendîyên xwe pêşve bibin û problemên heyî xeber bidin û ew ê problem çareser bibin. Ji ber vê yekê ev daweta ku bi minasebeta wehdetê hat kirin gelekî muhîm e ku ji ber vê yekê em beşdarî vê civînê bûn. Em gelek kêfxweş in.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir