• DOLAR 32.336
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2388.226
  • ...
Serokkomar Erdoganê ku li Bartinê lêkolînan kir: Hejmarê mirîyan bû 41 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdoganê ku derbasê Navenda Koordînasyona Afeta Mobîl a Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê (AFAD), li vê derê ji civîna koordînasyonê re serokatîyê kir. Erdoganê Serokkomar ê ku li vê derê daxuyanîya çapemenîyê kir, destnîşan kir ku hejmarê karkerên ku canê xwe ji dest dane derket 41 kesan.

Serokkomar Erdogan weha axivî:

“Em tev ji ev teqîna ku di Kana Madena Amasraya Sazîya Taşkomira Tirkîye pêk hat de xemgîn in. Ji Xwedê Teala ji karkerên ku di teqînê de canê xwe ji dest dane rehmetê daxwaz dikim. Ji karkerên ku di kanê de bi birîndarî xelas bûne jî daxwazîya şîfa xêrê dikim. Piştî teqîna ku di bin kota 300 û 350 pêk hat de dewleta me bi hemû sazîyên xwe seferber bûn. Li alîyekî xebatên lêgerîn û xelaskirinê tê kirin û li alîyekî jî karkerên me di nexweşxaneyên cuda ên bajaran de tên tedawîkirin.

Sedema ev teqînê, ger ku hebe mesulên vê teqînê hebin ew kî ne ev ê di encama tehqîqata ku tê kirin de bê derxistin. Ji ev tehqîqatan re ji xwe hatine destpêkirin. Hejmarê merhuman bû 41 kesan. Ji bona hemûyan ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê dikim.”

Êdî em di kanên xwe rîsk û kêmasîyan naxwazin ku bibînin. Em ji bona ku qezayên madenê bikin nav rûpelên dîrokê xîreta ku ji destê me tê em dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir