Li Entelyayê hezîna axê: 1 mirî
Li navçeya Kumlucaya Entelyayê ax hezîya, di encama hezîna axê de kesek canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû.
Hat diyarkirin ku li mewkîya Aslanliya Taxa Kuzcaya ku girêdayê navçeyêye, di bexçeya gûzan de dema ku bi makîneyê borî dihatin raxistin hezîna axê pêk hat.
2 kesên ku di dema hezîna axê de xebatê dikirin di bin axê de man. Karkerên dinê midexeleya ‘ewil kirin.
Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên UMKE, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Di encama bûyerê de kesek canê xwe ji dest da, kesek jî birîndar bû. (ÎLKHA)