• DOLAR 32.361
  • EURO 34.849
  • ALTIN 2391.564
  • ...
Rejîma îşxalker peymana berdana girtiyê Avavîde îxlal kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Berdevkê Heyeta Girtî û Azadîxwazên Filistînê Hasan Abdurabbih ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku dadgeha îşxalkirinê ya bajarê Rişon Lezionê dema desteserkirina Avavîde dirêj kir û dosyaya wê ji Dadgeha Navendî ya bajarê El-Lud re şîyand.

Abdurabbih, anî ziman ku girtiyê bi navê Avavîde hê jî li nexweşxaneya Er-Ramleyê tê ragirtin û pirsgirêkên wî yên nerv, mêjî û çavên wî hene, Abdurabbih da zanîn ku girtiyê ku bi zehmetî dimeşiya, pirsgirêka pergala nervê heye.

Diviyabû di 2yê Cotmehê de bê berdan

Girtiyê bi navê Xalid Avavîde yê 40 salî ku yek ji şêniyên bajaroka Izna ya dikeve rojavayê El-Xelîl e, piştî 172 rojan di 31’ê Tebaxê de dema ku rêveberiya îşxalkerîyê soza ku wê di 2yê tebaxê de serbest bê berdan, dawî li çalakiya xwe anî.

Îstîxbarata rejîma îşxalker li gorî peymanê tevnegeriya û der barê girtiyê Filistînî de îdianameyek nû pêşkêş kir.

Wezareta Girtiyan li Xezzeyê ragihand ku rejîma îşxalker peymana ku li gorî wê ji bo azadkirina Xalid Awavide bi fermî şikand. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir