Li Kamboçyayê kelek bin av bû: 8 mirî, 3 winda
Li Kamboçyayê 8 kes ji ber bin av bûna kelekê canê xwe ji dest dan, 3 kes jî winda bûn.
![Li Kamboçyayê kelek bin av bû: 8 mirî, 3 winda](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/tS-hrqsl6i04ylM6r2BUgpU42B0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/41/li-kambocyaye-kelek-bin-av-bu-8-miri-3-winda-b732e33e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat destnîşankirin ku li Çema Mekongaya ku li wîlayeta Kandala li başura welat e keleka ku jê 14 xwendekar tev de 15 kes hebûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare bin av bû.
Polêsa Kandalê ku derheqê bûyerê de agahîyan da , daxuyand ku 8 kes canê xwe ji dest dan, 3 kes jî winda bûn.
Xebatên ku ji bona kesên winda bên dîtin didome. (ÎLKHA)