• DOLAR 34.036
  • EURO 37.926
  • ALTIN 2802.06
  • ...
Qamyonet li pîreka îxtîyar a ku dixwest derbasê alîyê dinê bibe qelibî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 

Qeza, li pêşîya îstasyona miayeneya erebeyan a li Bûlwara Qamişloya Taxa Bagcilarê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ki ji Xeta Xeber a WahatsApp a ÎLKHAyê re hat dayîn, pîreka îxtîyar a ku navê wê nehat hînbûn, dema ku dixwest derbasê alîyê dinê bibe qamyoneta bi plaqeya 21 FV 025ê lê qelibî.

Bi tesîra lê xistina qamyonetê pîreka îxtîyar ket ‘erdê û birîndar bû. Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û midexeleya ‘ewil a tenduristîyê hat kirin.

Şofêrê qamyonetê jî piştî qezayê li ber serê pîreka îxtîyar sekinî û bêvîya ambûlansê ma.

Polês, derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir