• DOLAR 32.27
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2439.567
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Wanê ji malbatên mihtac re alîkarîya xwarinê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya Wanê ku bi alîkarîyên xwe di navbera dewlemend û mihtacan de wezîfeya pirê dibîne, mîsyona xwe ya wê her dem li alîyê mezlum û mihtacan be didomîne.

“Di meha Îlonê de ji 248 malbatên mihtac re alîkarî hat kirin”

Cuneyt Adarê ji endamên Sazîya Bireveberîya Karwana Hêvîyê ya Wanê derheqê xebatên alîkarîyê de axivî û weha got:

“Em di meha Îlonê de ji 248 malbatên xwe re alîkarîya xwarinê kir. Di vê alîkarîyên xwe de hinek malbatên xwe gazî komeleyê kir û alîkarîyên wan li vê derê da wan. Ji malbatên xwe yên ku nikarin werin komeleyê û di nav cihan da ne re jî me bi destê xwe çû da wan. Me duayên wan ê xêrê girt. Xwedê Tealal ji xêrxwazên ku di vê alîkarîyê de ji me re alîkarîyê dane re razî bibe. Xeyn ji vê ew ê di 13-22yê Cotmehê de jî ji bona mihtacan kermesekî me hebe. Em hemû xêrxwazan û xelqê Wanê bangê kermesê dikin. Ji niha ve Xwedê ji wan hemûyan razî bibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir