• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Zarokê Filistînî yê ku rejîma îşxalker wî giran birîndar kiribû şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand Mahmud Muhammed Xelîl Semudîyê 12 salî bi tesîra birîna xwe ya ku rejîma îlşxalker di 28ê Îlonê de êrîş kiribû û giran birîndar bûbû canê xwe ji dest da.

Semudî, di êrîşa rejîma îşxalker de ku di serê sibehê 28ê Îlonê de li Kampa Cenînê kiribû de giran birîndar bûbû. Di êrîşa wê rojê de 4 Filistînîyên dinê jî şehîd bûbûn, 44 kes jî birîndar bûbûn. Ji ber wê êrîşê hejmarê şehîdan derket 5 kesan.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hate belavkirin rewşa hinek birîndaran gelek giran e û dibe ku ew jî canê xwe ji dest bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir