• DOLAR 32.229
  • EURO 35.19
  • ALTIN 2443.605
  • ...
Li Kîevê êrîşa hewayî hat kirin: 8 mirî 36 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Oleksandr Khorunzhyê berdevkê Serwîsa Rewşa Acîla Dewletê yê Ukraynayê di daxuyanîya ku belav kir de, got ku di encama bombebarandina Rûs de hinek herêmên Kîevê hatin hedefgirtin.

Khorunzhy, diyar kir ku li gorî diyarîyên ‘ewil 8 kes mirin, 36 kes jî birîndar bûn û dibe ku hejmarê mirî û birîndaran zêde bibe.

Piştî êrîşê di gelek avahî û erebeyan de xesarên mezin pêk hat û ji cihên bûyerê re ekîbên xelaskirin û lêgerînê hatin sewqkirin.

Wezareta Parastin a Ukraynayê, daxuyand ku îro di seatên serê sibê de heta niha ji bajarên Ukraynayê re ji teref Rûsyayê ve herî kêm 83 mûşek hatin avêtin, ji van 43 hebên wan jî ji teref hêzên parastin a hewayê ve hatin îmhekirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir