• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Şehîdên 6-8'ê Cotmehê li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Kerwana Şehîdan û Cemîyeta Mustazafan bi minasebeta 8emîn salvegera şehadeta şehîdên 6-8ê Cotmehê bernameya bîranînê li dar xist.

Bernameya ku li navçeya Bağlara navenda Diyarbekirê li ser gorên Goristana Asrî hat lidarxistin bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir.

Endamê Lijneya Rêvebiriya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Remzî Uçarê ku di bernamê de axavtina vekirinê kir bal kişand ser girîngiya şehadetê û got ku ew meqam  daxwaza temamê bawermendan nexasim ên pêxemberan e.

Piştî axaftina Uçarî Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk li ser wate û girîngiya rojê sekinî û destnîşan kir divê nifşê nû ji bûyerên diqewimin bêxem nemîne.

“PKK ji bilî gelê Kurd kêrî her kesî hatiye  û ji wan re xizmet kiriye”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ser şehadeta Yasîn Boru û hevalên wî 8 sal derbas bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim ji bo nifşa nû piçekî qala wan rojan bikim. Ew PKKyê ku îddîa dike heq û mafê Kurdan diparêze  ji bilî gelê Kurd kêrî her kesî hatiye û ji her kesî re xizmet kiriye. PKK ji bo gelê Kurd bûye sedema hêstiran û kişandina êş û eleman.  Ew zihniyeta dewletê ya ku serê xwe pê êşand û rê li ber wan vekir da ku pêşve biçe gelê Kurd avêt hêmbeza PKKê.”

“Xortên me ji ber ku di Îda Qurbanê de ji teref provakatoran ve hat hedefnîşandan hatin şehîdkirin”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, ew kesên ku plan û projeyên wan ên qirêj li ser herêmê hebûn fam kirin ku ew ê Misliman li ber wan serî netewînin û ji vê yekê aciz bûn. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber vê yekê xwestin Mislimanan bi DAIŞê re têkildar bikin. Balyozê Amerîkayê ji herêmê dernediket. Ew Amerîkaya ku bombeyan li ser serê Mislimanan de dibarand û zêc û zarokan qetil dikir xwest ku li Diyarbekirê xwarina fitarê bide. Mislimanên ku vê lîstik û plana qirêj dîtin kona wan di ser wan de xera kirin. Îdarevanên HDPê her roj bi beyanetên cuda  xelk li hember STKyên Îslamê sor kirin. Ew rêxisitna  xwest ku wan kesên ku ne ji Kurdan in bi gelê Kurd wek parlementer bide hilbijartin û ket nav planan da ku xelk bibe dijminê hev. Di netîceyê de xortên me ji ber ku di Îda Qurbanê de ji teref provakatoran ve hat hedefnîşandan hatin şehîdkirin.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir