• DOLAR 32.256
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2422.945
  • ...
Platforma Karwanê Şehîdan wê îro şehîdên 6-8ê Cotmehê yad bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşên 6-8ê Cotmehê yê ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibû kirin de, li Dîyarbekir û herêmê gelek mirovên dîndar hatin qetilkirin.

Ji van mirovan Şehîd Yasîn Börü, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Hasan Gokgoz, Turan Yavaş û Cumalî jî dema ku goştê qurbanê belav dikirin û di wan meseleyên ku derketin de hatin şehîdkirin.

Li ser qetlîam û wehşetê 8 salan derbas bûn.

Platforma Karwanê Şehîdan, îro wê li ser gora şehîdan bernameya yadkirinê lidarbixe.

Di daxuyanîya ku ji teref Platforma Karwanê Şehîdan ve hate belavkirin de hat destnîşankirin ku bername wê piştî nimêja ‘esrê bê tertîpkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em bi navê Platformê ji bona ku de’wa wan şehîdan nedin ji bîrkirin û wan şehîdan yad bikin bernameyek tertîp dikin û bi vê minasebetê hemû xelqê xwe yên Dîyarbekirê dawetê ev bernameyê dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir