• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Dîyarbekirê Qendîla Mewlûdê bi coş hat îdreqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dîyarbekirîyên ku beşdarî bernameyan bûn, Quranê, mewlûdê û îlahîyan gohdar kirin.

Zarok, zilam, pîrek ên ku beşdarî bernameyan bûn û bi nimêja mexrîbê çûn mizgeftan, nimêja xwe yên ‘eşayê bi cemaatî kirin.

“Ger ku di nav me de şefqet, merhemet û biratî hebe ew bi cehd û xîreta Pêxemberê me ye”

Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember derheqê mûhîmtîya rojê de axavtinek kir, destnîşankir ku Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) ji bona mirovatîyê nîmeteke mezin e û bal kişand ku ew şexsîyeteke ku cardin wê nekeve bidest e.

ADNAN AKGONUL

Akgonul derheqê mîsyona Evîndarên Pêxember de axivî û got ku armanca wan hezkirina Pêxember bikin nav dilê mirovan e, “Em qîmeta Pêxember fehm dikin û wî îdreq dikin, di hatina wî ya dinyayê de wî bi bîr tînin, hezkirina xwe yên ku di nav dilê me de ye ji dil û can dikin qîrînî. Weqfeke me yê bi navê Weqfa Evîndarên Pêxember heye ku hezkirina Pêxemberê me belavê her derê dike. Ev weqf; ji bona ku hezkirin, exlaq û peyama Pêxember ji dilê mirovan re bide xêzkirin, ji bona ku ji her civakê re rêya wî û peyama wî belav bike di nav xîret û cehdekî de ye. Bi fealîyetên xwe di nav xîreta anîtina cem hev ya Pêxemberê me û birayên me yên Misilman de ye. Em qîmetên xwe û çanda xwe bi Pêxember bidestxistîye. Ger ku di nav me de şefqet, merhemet û biratî hebe ew bi cehd û xîreta Pêxemberê me ye.”

“Em ji bona ku wê nûrê biqefêlin û bidestbixin şevên ewakî ji xwe re wek firsedek dibînin”

Yahya Ograşê Berdevkê Weqfa Evîndarên Pêxember piştî bidengkirina îlahî û qesîdeyan ji cemaeta mizgeftê re axivî û weha got, “Pêxemberê me di şeva 12emîn a meha Rebîûlewwelê de hatîye dinyayê. Di Erebîyê de meha Rebîûlewwelê di me’na meha ‘ewil a biharê de ye. Dema ku bihar tê çavên me hemûyan, dilên me û rûyê me xweş dibe û bi kêf û coş dibe. Pêxemberê me li gorî teqwîma Mîladî jî di 20ê Nîsanê de hatîye dinyayê. Em ê bi îzna Xwedê di meha Nîsanê de jî di vê çarçoveyê de çi ji destê me bê em ê bikin. Pêxemberê me di 571ê de hatîye dinyayê û di 610ê de jî dinyaya me re bûye wek nûrek. Em jî ji ber ku wê nûrê biqefêlin van şevan îhya dikin.”

YAHYA OGRAŞ

Ograş di axavtina xwe de ji wan kesên ku şevên Qendîlan wek tişteke dinê didin nîşandan re jî axivî û weha got, “Wek ku hûn jî zanin ku wan emperyalîstên ku ehlê îfsadê ne hinek tovên fitneyê davêjin û bi taybetî ji wan fitneyan davêjin nav me û dibêjin ku ‘Di dema Pêxemberê me de şevên ewakî tinebûn’ Hinek şev di Quranê de derbas bûne, em dibînin jî hinek şevan di eshabîyan de bûne sebeba kêfê û di hinek şevan de jî li ser kevneşopîyên ulema û aliman hatine kirin û em jî van şevan di nav xêrê de îdreq dikin.”

Ograş di dawîya axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya fealîyetên ku ji bona daxwazîya Xwedê bê qezenckirin tên kirin kişand û weha got, “Şevên ewakî ji bona me firsed in. Ev navê nêzbûna ji Xwedê re ye û rêyên ku me nêzê Xwedê dikin em ê bi çar destan xwe bavêjin wan rêyan. Em jî di vê meseleyê de neynê ser leyistikên wan fitnekar û xerabkeran.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir