• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Şehîdên 6-8ê Cotmehê li Stenbolê hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameya ku di Seraya Xelq a Şaredarîya Bagcilarê de hat kirin re, Îsa Guvendîkê Serokê Bajara Stenbolê yê HUDA PARê, bireveberîya bajêr û teşkîlatên navçe beşdarî bûn.

Bername bi xwendina Quranê ji teref Ebuzer Kinay ve hate xwendin dest pê kir û bi axavtina Xeyrullah Seçenê Serokê Şaxên Ciwanan a Bajara Stenbolê yê HUDA PARê berdewam kir.

“Failên 6-8ê Cotmehê di tarîtîyê de hate hêştin”

Seçen di axavtina xwe de weha got, “Dibistana Şehadetê û karwana şehîdan, her dem nirxeqe mîras e û Misilman pê bi îzzet bûne. Em jî ev mîrasê ji Hezretî Huseyn, Aif Xoceyê Îskîlîpî, Şêx Seîd û gelek qehremanên Îslamê distînin. Mîrasa ku zalim girtine jî qetlîam, dizî, zilm û zillet bûye. Di bûyerên 6-8ê Cotmehê de jî û berîya ev bûyerê jî HUDA PAR û Misilmanên herêmê hatin hedef nîşandan. Mirovên birî û biçarşef hatin hedefnîşandan û hatin êrîşkirin. Him di 6-8ê Cotmehê de û him jî berîya 6-8ê Cotmehê de gelek êrîş li partîya me hatin kirin û mixabin ti wan failên meseleyan jî nehatin dîtin û bi zanayî di tarîtîyê de hatin hêştîn.”

“Kesên ku xîreta wan ji ronahîyê re bar neda dest bi fiîlên xwe yên tarî kirin”

Yusuf Tutakê Nivîskar û Îlahîyatvan jî di bernameyê de axavtinek  kir û weha got, “Em, cejnan roja kêfê dizanibûn. Em qurbanan roja alîkarîyê dizanibûn. Çîmkî bav û kalên me ewakî nîşanê me dabûn. Dîsa serê sibeyekî bû zarokan cilên xwe yên xweşik li xwe kiribûn û derketibûn kolanan. Di kolanên Dîyarbekirê de ji bona ku ji feqîr û mihtacan re alîkarîyê bikin digerîyan. Hemû kes ji ber ku wan ciwanan ew ê ji wan re alîkarîyê bibin kêfxweş bûn. Dê û bavan ji bona ku zarokên wan di nav xêreke ewakî de bûn kêfxweş bûn. Wan xaînên dilreş, xwedîyê fikrên gemar dema ku wan ciwanan derketin derve, ji bona ku ronahîyê belavê hemû cîhanê bikin, wê dilê wan ê reş û wê fikra wan ê gemar nehêşt û tehemûl nekir ku bila ev ciwanan karên xwe bikin û bi fiîlî dest bi xebatan kirin.”

“Dîrok zilmeke ewakî nedît, firewun jî zilmekî ewakî nekiribû”

Tutak di berdewama axavtina xwe de îfade kir kur ku ew di sala 2014an de şehadetê bi vê qetlîamê nas nekirine ew bi Alîyê ku hê di 17 salîyê xwe de ji teref bavê xwe ve hatibû qetilkirin nas dikirin, ew ji Musab Îbnî Umeyrê ku hê di 15 salîyê xwe de bû beşdarî herba Bedrê bûbû ve nas dikin û axavtina xwe weha domand, “Me van roya berê jî dîtibû. Kitêba van şehîdan heye meseleyê ji devê şahidan bixweyînin û hîn bibin. Di dîrokê de zilmeke ewakî tineye.  Kafira herî mezin yê li ser rûyê ‘erdê jî zilmeke ewakî nekirîye. Hade te kuşt ew temam, ti çima ji avahîyê davêjî? Çima kêr dikî? Hadê te kêr kir çima bi erebeyê li ser de derbas dibî? Temam me wî jî derbas kir ti çima wî dişewîtînî? Çima gule berê wan didî? Kanê hûn ji bona mafê Kurdan rabûbûn pîya? Yasînê ku we wî kuştibû û wî şehîd kiribû qey Îngîlîz bî? Rîyad ji Emrîqayê bû? Cumalî ji Fransayê bû? Na, na! Derdê wan ev nîne, armanca wan ne ev bû. ‘eynî weka sûreya Burucê ew jî agirek çêkiribûn û li derdorê wê agirê meseleyê temaşe dikirin. Tîlîlîyan dianîtin. Me wan tîlîlîyan bîrva nekir. Wek ku me Yasîn û Huseyîn bîrva nekirîye û em ê nedin bîrvakirin jî.”

Bername bi xwendina diayê dawî bû. (ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir