Rejîma sîyonîst a îşxalker ciwanekî Filistînî şehîd kir 3 kesan jî birîndar kir
Rejîma sîyonîst a îşxalker, li Şerîaya Rojava di encama pevçûnê de ciwanekî Filistînî şehîd kir, 3 Filistînîyan jî birîndar kir.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê daxuyand, ciwanê bi navê Ala Zaxalê 21 salî di encama êrîşa sîyonîstan de canê xwe ji dest da.
Berîya şehîd Zaxal jî hatibû daxuyandin ku 3 Filistînî ji teref sîyonîstan ve birîndar bûbûn û hatibûn nexweşxaneyê.
Medyaya Filistînê ragihand, pevçûn ji ber dorpêçkirina sîyonîstan a malekî derket. (ÎLKHA)