Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, bi Yildirmê Serokê Giştî yê ÎHHyê re hevdîtinê kir
Bulent Yildirimê Serokê Giştî yê ÎHHyê, Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê zîyaret kir.
Yapicioglu, lijneya ÎHHyê ku di serokatîya Yildirim de bû, di Navenda Giştî ya HUDA PARê de qebûl kir.
Di zîyaretê de, derheqê rojeva hindir û derve de gotûbej hat kirin.
Lijne, piştî zîyaretê ji Navenda Giştî ya HUDA PARê cuda bû. (ÎLKHA)