• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Nîjeryayê ji ber şoba taya Lassa hejmara miriyan derket 172yan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Navenda Kontrolkirina Nexweşiyan a Nîjeryayê (NCDC) ragihand ku li welêt di hefteya dawîn de 6 kes bi taya Lassa ketine û kesekî din jî ji ber şobê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin li welêt ji serê salê vir ve 929 nexweşên taya Lassayê hatin tesbîtkirin û hat diyarkirin ku hejmara kesên ku ji ber şobê mirin derket 172yan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoba taya Lassa ji 25 eyaletên welêt li 102 herêman belav bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir