346 koçber hatin xelaskirin
Ekîbên Fermandarîya Beravê ya Sehlê, di 10 meseleyên cuda de 346 koçberên ku ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatine vegerandin xelaskir.
Hat ragihandin ku li Îzmîr, Muxla, Aydin û Balikesîrê 346 koçberên ku ji teref hêzên Yunanîstanê ve hatine vegerandin hatin xelaskirin.
Hat diyarkirin ku di encama operasyona xelaskirinê ya li Aydinê de koçberek fetisî û canê xwe ji dest da.
Koçberên ku hatin xelaskirin, piştî muameleyên wan hatin şîyandin Midurtîya Îdareya Koç a Bajêr. (ÎLKHA)