Rejîma îşxalker a siyonîst cenazeyên 2 filistîniyan ku şehîd kir revand
Li Şerîeya Rojava ya ku hatîye îşxalkirin di encama gulebarana leşkerên bi navê rejîma îşxalker a Siyonîst de 2 Filistînî şehîd bûn û kesek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê, li gorî çavkaniyên ewlekariyê, îşxalkeran li nêzî Kampa Penaberan a Celzûn a li bakurê Ramallahê êrîş birin ser 3 Filistînîyên ku di wesayîtên xwe de bûn, gulebaran kirin.
Di êrîşê de Basil Besbus û Halid Anberê Filistînî canê xwe ji dest dan, Selame Rafet jî birîndar bû.
Filistînîyekî birîndar hat desteserkirin
Hat ragihandin ku hêzên rejima îşxalker cenazeyên filistînîyên şehîd birin û filistînîyê birîndar jî desteser kirin.
Rejîma îşxalker a siyonîst gelek caran êrişî Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a ku di bin îşxalê de ye dike û Filistînîyan jî bi beheneyên cuda desteser dike. (ÎLKHA)