• DOLAR 32.67
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2444.565
  • ...
Rûsya: Êrîşa ku li ser erdên nû bê kirin wê weke Rûsyayê bê nirxandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pûtîn çar peyman li ser navê Komara Gel a Donetsk û Luhanskê ya di bin kontrola cudaxwazên alîgirên Rûsyayê yên li Ukraynayê de îmze kir û herêmên Herson û Zaporîjya yên ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatin girtin.

Peskov bi bîr xist ku di sala 2014an de Komara Gel a Donetsk û Lûhanskê ji aliyê Rûsyayê ve li ser sînorên xwe hatin naskirin û got ku dê sînorên herêmên Herson û Zaporozîjya bên zelalkirin.

Peskov, got ku êrîşên artêşa Ukraynayê yên li ser van herêman wê wek êrîşkariya li dijî Rûsyayê bê dîtin.

Peskov, da zanîn ku aliyê Ukraynayê bi temamî ji muzakereyên bi Rûsyayê re vekişiyaye û got, "Aliyê Ukraynayê gelek caran diyar kir ku ew naxwaze muzakere bidome. Di van şert û mercan de li ser dewamkirina operasyona leşkerî ya taybet tê sekinandin." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir