Midûrê Ewlehî yê Mogadîşuyê di encama êrîşa tepînkê de mir
Ferhan Muhammed Adenê Midûrê Ewlehîyê ya Mogadîşuyê di encama êrîşa bi tepînkê ya li Somalîyê de canê xwe ji dest da.
Hat destnîşankirin ku êrîş, li herêma Balcadaya ku 30 kîlometre li bakura Mogadîşuya paytext e hat kirin.
Hat îfadekirin ku Adenê Midûrê Ewlehîyê ya Mogadîşuyê di encama teqîna tepînkê de mir.
Li gorî îfadeyan Aden, operasyonên ku li herêma Şabela Orte li dijî Eş-Şebabê tên kirin îdare dikir. (ÎLKHA)