Rûsya: Herêmên referandumê ew ê tevlî Rûsyayê bibin
Dmîtrîy Peskovê Berdevkê Kremlînê ragihand ku di 30ê îlonê de dê li Kremlînê merasîmeke îmzakirinê li ser ketina herêmên nû ji bo Rûsyayê were lidarxistin.
Peskov diyar kir ku sibe beşdarîya herêmên ku biryar dane bi referandûmê beşdarî Rûsyayê bibin dê bi awayekî fermî were pejirandin û Pûtîn jî dê li ser vê mijarê axaftinekê bike.
Peskov ji Rûsyayê re da zanîn ku belgeyên endamtiyê wê saet di 15:00 de li Kremlînê bi beşdarîya serokên herêmê yên cudaxwaz û parlamenterên Dûmayê bên îmzekirin.
Peskovê Berdevk diyar kir ku Kremlînê berîya civînên ku dê li Dûma û Konseya Federasyonê bên kirin ji ber lezgîniya mijarê biryar da ku peymanên endamtiyê îmze bike. (ÎLKHA)