• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Karwana Hêvîyê ji bo mihtacan kermesek dê tertîp bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Emîn Onganê Serokê Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew ê qezenca ku di kermesê de bê bidestxistin ji kesên mihtac, bêkes û êtîman re bê xerckirin.

Ji kermesa ku di 1-7ê Cotmehê li Parqa Şehîdên 15ê Tîrmehê de bê tertîpkirin re hemû Dîyarbekirîyan hatin dawetkirin.

Mehmet Emîn Olgun di daxuyanîya xwe de weha got, “Em ê bi navê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Dîyerbekirê di navbera 1-7ê Cotmehê de ji bona kesên mihtac, bêkes û êtîman kermesek tertîp bikin. Armanca me ev e ku em wê qezenca ku di kermesê de bidestbixin ji îhtîyacîyan meddî û menewî ya mexduran re xerc bikin. Em ji hemû xêrxwazan hêvî dikin ku bila ji ev xizmeta ku bi wezîfetî û şiûra wezîfeyê tê kirin re alîkarîyê bikin.  Zêdehîya di mala we de, dibe ku ji yekê dinê re bibe îhtîyac. Bîrva nekin ku kesê ku nikare tiştekî hindik bide nikare tiştê zêde bide. Ti tiştekî bêqîmet û bêqedr nebînin. Bi derzîyekî be jî alîkarîyê bikin.”

“Em ji xuşkên xwe bi tevî xebatên xwe yên ronîya çavên xwe hêvî dikin ku alîkarîyê bikin”

Olgun di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi taybetî ji xuşkên xwe hêvî dikin ku bila bi tiştên ronîya çavên xwe alîkarîyê bikin. Hemû rojên kermesê ew ê şîv bê çêkirin. Bi tevî şîvekî ji bona kesekî jî alîkarî dibe ku bê kirin. Birayên me yên dikandar jî li gorî karên xwe dikarin alîkarîyê bikin. Xeyn ji ev tiştan hûn ji kermesa me re ji bona şîvê dikarin siparîşan jî bidin. Bi tevî alîkarîyên ku hûnê bikin, hûn dikarin ji êtîm, mihtac û mexduran re bibin hêvî. Hûn dikarin wan kêfxweş bikin, ûcaxên wan germ bikin û şîvê çêkin. Ji niha ve ji hemû xêrxwazên me re sipasîyan dikim.”

Telefona Komeleya Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê: 0534 675 72 65 - 0412 252 52 22 (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir