• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Emrîqa: Me li Hewlêrê balafira bêîsan a Îranê xist xwarê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya Fermandehîya Navendî ya Emrîqayê (CENTCOM) de hat ragihandin, "Artêşa Emrîqayê li gorî seata mehellî di 14:10 piştî nîvro de, firokeyeke bêînsan a Îranê Mojer-6 ku diçû Hewlêrê ji be r ku metirsiyê li ser hêzên CENTCOMê yên li herêmê çêdikir xist xwarê."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya bi dronê de tu leşkerên Emrîqayê birîndar nebûne û tu ziyanên maddî çênebûne.

Medyaya Iraqî ragihand ku aliyê Îranê herî kêm 360 mûşek avêtine cihên PKKê yên li parêzgehên Hewlêr û Silêmanîyê. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, di operasyonê de herî kêm 9 kes mirin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir