• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokkomar Erdogan bi Serokkomarê Ukraynayê Zelenskî re bi telefonê axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de Serokkomar Erdogan diyar kir ku ji ber ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de pevguhertina girtiyan ku ev demeke dirêj e li ser dixebitin, ew pir kêfxweş e.

Serokkomar Erdogan diyar kir ku peymana îxracata genimê Ukraynayê bi rêya Behra Reş bi rê ve diçe, li gor agahiyên li ser malpera înternetê ya Midûriyeta Ragihandinê ye, Serokkomar Erdogan destnîşan kir ku di çarçoveya Santrala Nukleerî ya Zaporozhyeyê da jî bi heman awayî nêzîkatî dikare were kirin. û ew pêşniyara navbeynkarî û asankariyê ya pêwîst ji bo avakirina herêmeke bêçek li derdora santralê derbasdar e.

Serokomar Erdogan bal kişand ser wê yekê ku li hinek herêmên Ukraynayê yên di bin kontrola Rûsyayê de ne referandumên yekalî dê xebatên ji bo vejandina pêvajoya dîplomatîk bike nav rewşeke zehmetîyê û destnîşan kir ku ew amade ne bi rêya muzakereyên aştiyane ji bo çareserkirina şer tevkariyên pêwîst bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir