• DOLAR 32.419
  • EURO 34.824
  • ALTIN 2397.925
  • ...
Ji rêberên Filistînî ji Şêx Yusuf el-Qeredawî re peyama sersaxîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê berê yê Yekîtiya Cîhanî ya Alimên Misilman Şêx Yusuf el-Qeredawî di temenê xwe yê li Dohayê de koça dawî kir.

Rêberên Filistînî ji ber wefata serokê berê yê Yekîtiya Alimên Misliman yê Cîhanê Şêx Yusuf el-Qeredawî sersaxî xwestin.

Îsmaîl Henîyeyê serokê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Berxwedana Îslamî di peyama xwe de bal kişande ser vê yekê ku Qeredawî piştî jiyaneke tijî zanîn û cîhad û lêkolînên weazê koça dawî kir û bal kişand ser hestiyariya xwe ya li hember doza Filistînê û Qudsê.

Serokê rêxistina biyanî yê Hemasê Xalid Meşal jî bi helkefta koça dawî ya Qeredawî peyameke sersaxiyê belav kir û got, “Qeredawî ku wek ansîklopediyek bû, muceddidê demê û îmamê rêya navîn e.”

Şêx Raîd Selahê rêberê Tevgera Îslamî li herêmên dagirbûyî yên Filistînê di sala 1948an de jî mirina Yusuf El-Qeredawî ji bo doza Filistînê xisareke mezin e.

Şêx Raîd Salah da zanîn ku rejîma îşxalker ji ber têkiliya bi Yusuf el-Qeredawî re wê hesab bipirse. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir