Li Stenbolê li dijî tiryakfiroşan operasyon: 367 binçavkirin
Polêsa Stenbolê, ji bona ku 379 tiryakfiroş bên qefaltin xebat da destpêkirin. Ji ber vê yekê di 32 navçeyan de operasyonên hevdemî hat lidarxistin.
Di encama operasyonê de ji 379 şikdaran 367 kesên wan hatin qefaltin.
Di encama lêgerînan de jî 54 kîlo sentetîk kannabînoîd bonzaî, 28 kîlo û 996 gram esrar, 6 kîlo û 810 gram metamfetamîn, 37 hezar û 745 heb ecstasy, 14 heb çek, 7 hev tiving, 3 patpatok û 214 fişek hatin bidestxistin. (ÎLKHA)