Serokê Parlamentoya Iraqê Helbûsî îstifa kir
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî daxuyand ku ew dest ji karê xwe berda.
![Serokê Parlamentoya Iraqê Helbûsî îstifa kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/J8wFqlQd8A36dnQ2jJPNwhRfyMQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/39/seroke-parlamentoya-iraqe-helbusi-istifa-kir-70f0d327.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Helbûsî di foruma ku li Iraqê hat lidarxistin de biryara îstîfaya xwe eşkere kir û got ku dê îstifakirina wî ji aliyê parlementeran ve were dayîn.
Halbûsîyê ku behsa sedema îstifaya xwe nekir, diyar kir ku piştî 2 mehan wê parlamento roja Çarşemê bicive û deng li ser îstifaya xwe bide.
Halbûsî diyar kir ku divê parlemento di 20ê îlonê de bicive lê ji aliyê serokwezîr Mistefa Kazimî ve hat taloqkirin û wiha got: “Min biryara îstifayê bi serokên partiyên siyasî re negirtiye, tu eleqeya îstifaya min tuneye bi tifaqa sêalî re." (ÎLKHA)