• DOLAR 32.771
  • EURO 35.21
  • ALTIN 2442.51
  • ...
Cesedê zarokeka 3 salî di qerisînerê de derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Seyrantepeya navçeya Şehîtkamila Entabê pêk hat.

Li gorî îddîayan, dayîk M.Î. û mêrê wê A.E. ji bona ku 2 qîzên xwe yên winda bibînin beşdarî bernameyeke televîzyonê dibin û li wê derê agahîyan didin, li ser van agahîyan di Koordînatîya Serdozgerîya Komarîya Entabê de tehqîqat tê destpêkirin.

Di çarçoveya tehqîqatê de ekîbên polês operasyon li dikanekî ku li taxêye kirin.

Ekîbên ku di dikanê de tehqîqatê kirin di nav qerisînerê de cesedeke zarokan dît.

Ceseda ku hat dîtin piştî tehqîqata Serdozgerîya Komarîya Entabê ji bo ku bê otopsîkirin hat şîyandin Sazîya Tip a Edlî ya Entabê.

Şikdarên G.T. û M.A. jî ji teref polêsan ve hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku derheqê bûyerê de tehqîqateke mezin hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir