• DOLAR 32.67
  • EURO 35.379
  • ALTIN 2475.513
  • ...
Malbatên ku beşdarî bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” bûn fikr û ramanên xwe belav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Nesla Quranê li Dîyarbekirê li cihê Hezretî Suleyman bernameya “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” tertîp kir. Zarok û malbatên wan ên ku beşdarî bernameyê bûn cihê bernameyê bi dev re tijî kirin.

Zarokên ku bi tevî qîz û kurikan beşdarî bernameyê bûn bi tevî cilên xwe yên spî xuyangeke dewlemend nîşan dan. Dê û bavên ku daxwaz kirin ji kêfxweşîya zarokên xwe re bibin hevpar, di bernameyê de fikrê û ramanên xwe gotin.

YUSUF KUKURT

Yusuf Kukurtê bavê zarokekî di axavtina xwe de îfade kir ku ev bernameya ku Platforma Nesla Quranê tertîp kirîye civakê îhya dike û ew feyde dibîne ku bila bernameyên ewakî bên alîkarkirin û axavtina xwe weha zêde kir, “Em şahid dibin dema ku zarok edep û heyaya Îslamê digrin ji mezinên xwe re jî hurmetê nîşan didin û biçûkên xwe jî hez dikin. Em ji bona ku zarokên me ji menewîyatê mirûz nemînin û hînê tiştên pîs nebin, ji bona ku ji mirovatîyê re bibin ferdên baş û bi feyde bibin, me hêşt ku bila perwerdehîya Platforma Nesla Quranê bistînin. Em vê perwedehîyê jî ji hemû dê û malbatan re tewsîye dikin.”

ALÎ GOÇTUR

Alî Goçturê ku bi tevî zarokê xwe beşdarî bernameyê bû jî daxwaz kir ku bila bernameyên ewakî berdewam bikin, “Em di dewreke wisa de ne ku tiştên xeyrê Îslamî zêde bûne, ji ber vê yekêm em jî birçîyê bername û tiştên ewakî bûn, bi vê minasebetê ez ji Platforma Nesla Quranê ji ber ku bernameyek ewakî tertîp kirine re sipasîyan dikim. Ez dikarim bibêjim perwerdehîya ku Platforma Nesla Quranê daye zarokan, gelek çêtir bûye çîmkî ez di zarokan de hessasîyeta nimêjê dibînim û dibêjim ku ev perwerdehî beredayî nebûye.”

HAYAT DOGAN

“Civakê me lazimatîyê ji bername û perwerdehîyên ewakî re dibînin gerek em jî ji bernameyên ewakî re alîkarî bidin”

Hayat Dogana ku beşdarê bernameyê bû fikr û ramanên xwe got û weha axivî, “Civakê me lazimatîyê ji bername û perwerdehîyên ewakî re dibînin. Gerek em jî ji bernameyên ewakî re alîkarî bidin. Di vê dewra ku civak tê îfsadkirin de alîkarî bikin ku bila zarokên me perwerdehîyên ewakî bistînin.”

NEŞE OZDEMÎR

Neşe Ozdemîr jî axivî û diyar kir ku qîza wê piştî ev perwerdehîyê dest bi nimêjê û Quranê kirîye, “Nimêj stuna dîn e. Gerek em nimêja xwe ya penç wextê bikin, ji bona ku em zêdetir zane bibin lazim e ku em dînê xwe jî zêdetir hînbibin.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir