• DOLAR 32.02
  • EURO 35.059
  • ALTIN 2422.74
  • ...
3 karkerên ku di febrîqeya jelatînê de jehrî bûn canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di febrîqeyeke ku ji postê heywanan jelatînê dihilbirînin de ya ku di Herêma Senayîya Organîzeya Karma Gerede ya li navçeya Geredeya Bolûyê de ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 3 karkerên ku ji bona wanaya ku di odeya safîkirina febrîqeyê de ye kontrol bikin çûn û cardin nehatin.

Piştî nehatina karkeran xeber ji ekîbên îtfaîye, tenduristî û AFADê re hate şîyandin.

Ekîbên îtfaîyeyê ku maskeyên oksîjenê dan ber devê xwe û ketin cihê bûyerê, destnîşan kirin  ku 3 karker canê xwe ji dest dane.

Piştî tehqîqata ekîbên AFADê hat tespîtkirin ku li cihê bûyerê gelek zêde hîdrojen sûlfûr, amonyak û karbonmonoksît heye.

Walîyê Bolûyê Erkan Kiliç, daxuyand ku di encama bûyerê de 3 karker canê xwe ji dest dan û rewşa karkerek jî giran e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir