Li Pakistanê helîkoptereke leşkerî ket ‘erdê: 6 mirî
Artêşa Pakistanê daxuyand, 6 personelên leşkerî ya ku di helîkoptera ku li wîlayeta Belucistanê ket ‘erdê de bûn canê xwe ji dest dan.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku sedema qezaya ku tê de 2 jê serdar 6 personel hebûn hêj nedîyare.
Li Belucistanê, di 2yê Tebaxê de jî helîkoptereke leşkerî ya ku tê de Korgeneral Sarfaraz Alî jî hebû ketibû û tu kes xelas nebûbû. (ÎLKHA)