Li Mêrsînê li dijî DAÎŞê operasyon: 10 qerara binçavîyê
Hat ragihandin ku li Mêrsînê, ji bona 10 şidkarên ku tê îddîakirin endamên DAÎŞê ne operasyon hat lidarxistin.
Ekîbên Midirtîya Şubeya Micadeleya bi Terorê ya Midirtîya Ewlehîya Bajêr, xebatên xwe yên derheqê eşkerekirina fealîyet û çalakîyên endamên DAÎŞê de didomînin.
Di vê çarçoveyê de, ji bona 10 kesên ku tên îddîakirin encamên rêkxistinê ne bên qefaltin teqîbên fiîlî û teknîkî hate kirin û edresên wan hat tespîtkirin.
Di 9 navçeyên cuda de operasyonan hat lidarxistin. Lêgerîna polêsan ya di malê de jî hêj berdewam dike. (ÎLKHA)