• DOLAR 32.219
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2526.566
  • ...
Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê: Gerek xelqê Îranê plana Rojavayê xera bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanliyê Berdevkê Partîyê û Serokê giştî yê HUDA PARê, derheqê protestoyên ku li Îranê piştî mirina Mahsa Amînî hatin destpêkirin de nirxandinan kir.

Ramanli, bal kişand ku protestoyên ku piştî mirina Mahsa Amînî hatine destpêkirin veguhestin çalakîyên bi şîddet, “Ev çalakîyan mixabin bi tevî beşdarîyê hinek rêkxistinên neyarê Îslamê ku qestê wan ji hizûra welatê re heye bi neyartîya Îslamê ve veguherîye.”

Berdevkê HUDA PARê di daxuyanîya xwe de bal kişand ku hêna jî pêvajoya Bihara Ereb yê ku bi daxwazîya nûsazîya 2010an destpêkiribû encax bi beşdarîya Rojavayê û hevkarên mehellî veguherîya kaos û herbeke nav  welat didome û Ramanli axavtina xwe weha domand:

“Li Yemenê û Sûrîyeyê her roj bi dehan însan ji ber herbê û birçîbûnîyê canê xwe ji dest didin. Ne ecêb e ku dewletên neyarê Îslamê ên emperyalîst helwesteke teşwîqkar û provokatîf nîşan dan ku xwepêşandanên li Îranê veguherin kiryarên tundiyê. Ji xwe di demeke dirêje ku tê armanckirin li Îranê herbeke nav welat derkeve.

Divê li Îranê xwepêşandanên ku li hemberê şoreşê ne û alîgirên şoreşê neynê rastî hev û ev tişt bê astengkirin. Di vê xalê de pir girîng e ku bi şopandina siyaseteke nerm ji aliyê rêveberiyê ve ji destwerdaneke nehevseng li hember xwepêşanderan dûr bikevin û lêkolînên derbarê mirina Mahsa Amînî de heye jî temam bikin û rastiyê eşkere bikin.

Hawirê kaosê ew ê feydeya wê ji xelqê Îranê re tunebe. Ji ber vê yekê gerek xwepêşandana neynê provokasyonê, daxwazîyên xwe jî di rêyên aştîyane de bînin ser ziman. Eşkere ye ku rojavaya emperyalîst a ku bi salan xelqê Îranê xistiye bin ambargoyê, xema gelên Îranê nagire, belkî dixwaze welêt bikşîne nav şerê navxweyî. Divê xelqê Îranê nekeve vê fêlbazîya Rojava û hevkarên wê yên herêmî û rêveber jî bi aqil û aramî pêvajoyê birêve bibin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir