Li Kabîla paytexta Efxenistanê di encama teqîna li nêzî mizgeftekê de herî kêm 7 kes mirin
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku teqîn dema ku nimêjker piştî nimêja înê ji mizgeftê derdiketin pêk hat.
Rayedarên ewlekariya Kabîlê ragihandin ku hemû mirîyên teqîna îro ya li nêzî deriyê Mizgefta Wezîr Ekber Xan li Kabîlê sivîl in.
Xalid Zadranê Berdevkê Polîsê Kabulê derbarê çawaniya teqînê û hejmara mirîyên teqînê de tu agahî neda, lê tekez kir ku hemû qurbaniyên wê teqînê xelkê sivîl in.
Li gorî berpirsên Efxanî, armanca teqînê rêberên Îmarata Îslamî bûn ku nû ji mizgeftê derketin û li otomobîla xwe siwar bûn dema teqîn pêk hat.
Nexweşxaneya Lezgîn a Kabîlê ragihand ku ji ber teqîna îro ya li nêzî mizgeftê herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan û 10 birîndar jî bo vê nexweşxaneyê hatin veguhestin. (ÎLKHA)