Li Meksîkayê otobûs li şerempolê gêr bû: 31 birîndar
Di encama gêrbûna li şerempolê otobûseke ya li Meksîkayê de 31 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Mexîco Cîtya paytexta Meksîkayê otobûsek ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Rayedaran, diyar kirin ku di qezayê de 31 kes birîndar bûn.
Ekîbên tenduristîyê ku ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin, midexeleya ‘ewil li birîndaran kirin û ji wan 6 kesên ku rewşa wan giran e rakirin nexweşxaneyan.
Hat diyarkirin ku şofêrê otobûsê hate girtin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)