Îran, Rûsya û Çîn ew ê tetbîqatên hevpar pêk bînin
Hêzên deryayî yên Îran, Rûsya û Çînê ew ê li bakurê Okyanûsa Hindê tetbîqatên hevpar pêk bînin.
Serleşker Mihemed Bakirî, Serokê Sererkaniya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê di merasima leşkerî ya li Tehranê de ji rojnamevanan re weha got, "Hêzên deryayî yên Îran, Rûsya û Çînê ew ê vê payîzê li bakurê Okyanûsa Hindê tetbîqata deryayî li dar bixin."
Çileya borî bi beşdarîya sê welatan tetbîqata deryayî ya hevpar a bi navê "Kembera Ewlehiya Deryayî ya 2022" hatibû lidarxistin.
Tetbîqat li qadeke 17 hezar kîlometreçargoşeyî li bakurê Okyanûsa Hindê hatibû kirin. (ÎLKHA)