• DOLAR 32.976
  • EURO 35.374
  • ALTIN 2455.395
  • ...
Li Meletîyê du erebe li hev qelibîn: Birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 20.20an de li Bûlwara Buharaya Taxa Çoşnûka li ser rêya Meletî-Xarpêtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 44 AHE 989 ya ku di bin kontrola C.A. de bû, li erebeya bi plaqeya 31 GU 688 ya ku di bin konrola Ş.Y. de bû qelibî. Di encama qezayê de N.A.yê ku bi rêwîtî di nav erebeyê de bû birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Kesê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir