Li Marmarîsê 14 balafir û 23 helîkopter midexele li şewatê dikin
AFAD, diyar kir ji şewata ku li navçeya Marmarîsa Mûglayê li qada daristanê derketiye re him ji hewayê û him jî ji bejahiyê mudaxele tê kirin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serokatîyê hat dayîn de weha hat gotin: "Şewata daristanê ya ku li herêmê rû da bi kordînasyona @OGMgovtr yê bi 14 balafir û 23 helîkopteran bersiv tê dayîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şewat heta niha metirsiya şêniyan çênekiriye. (ÎLKHA)