AFADê ji bo 6 bajaran hişyarîya barana zêde kir
Ji teref Navenda Birêveberîya Rewşa Acîl û Afetê ve ji bo sibe derheqê 6 bajaran de hişyarîya barana zêde kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, sibe dibe ku baran tesîra xwe li bajarên bi navê Samsun, Ordu, Giresun, Trabzon, Rize û Artvinê zêde bike.
Di berdewama daxuyanîyê de welatî hatin hişyarkirin da ku bi dîqqet bin.(ÎLKHA)