Ukrayna: Heta niha nêzî 55 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin
Hat ragihandin di şerê Ukrayna û Rûsyayê de heta niha nêzî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Sererkanîya Giştî ya Ukraynayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; heta niha nêzî 50 hezar leşkerên Rûsyayê hatin kuştin, 251 balafir, 217 helîkopter, 2 hezar û 212 tank, 4 hezar û 720 wesayîtên bi zirx, 1313 top, 312 roketatar û 162 pergala parastina hewayê yên Rûsyayê hatin îmhakirin.(ÎLKHA)