Li Nîjeryayê 1,8 ton kokaîn hat bidestxistin
Saziya Têkoşîna Bi Hişbirê ya Nîjeryayê ragihand ku li bajarê Lagosê 1,8 ton kokaîn hatiye desteserkirin.
![Li Nîjeryayê 1,8 ton kokaîn hat bidestxistin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/l6vQ7kIeowDUtFhOLRYzI2dF9uA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/38/li-nijeryaye-18-ton-kokain-hat-bidestxistin-81dc381d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ajansê da zanîn ku madeyên hişber ên hatine desteserkirin dê ji kiriyarên li Ewropa û Asyayê re hatibana şandin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê de 5 kesên ku jê 4 Nîjeryayî û 1 jî Jamaîkayî endamên çeteya tiryakê ya navneteweyî ne hatin girtin.
Rojavayê Afrîkayê ji bo kokaîna ku li Amerîkaya Latîn tê hilberandin û li Ewropayê tê firotin wekî navendeke derbasbûnê tê bikar anîn. (ÎLKHA)