• DOLAR 32.666
  • EURO 35.361
  • ALTIN 2481.627
  • ...
Mînîbusa ku karkeran vediguhast qeza kir: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li Çiyayê Qîra ya li ser rêya Êlih-Beşîrê di saetên sibehê de pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbusa bi plaqeya 72 C 0089 a ku karkerên tekstîlê dibir gundê Eskîhamurê, li wesayîta bi plaqeya 34 DZR 296 qelibî. Di qezayê de 6 kesên navên wan nehat hînbûn birîndar bûn.

Birîndar piştî midaxeleyên ewil ên ekîbên tenduristiyê yên li cihê qezayê bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Beşîrî û hatin dermankirin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir