• DOLAR 32.564
  • EURO 35.082
  • ALTIN 2451.011
  • ...
Rûniştinên KPSS sibe dest pê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îmtîhanên OSYM 2022-KPSS yên Şarezayîya Giştî-Kultûra Giştî û Zanistên Perwerdehiyê ya Lîsansê ya 2022-an dê sibê li 104 navendên îmtîhanê ku di nav wan de 81 navendên parêzgehan û li Lefkoşeya paytexta KKTCyê jî hene bên kirin.

Di rûniştina sibê ya ku wê saet di 10.15an de dest pê bike, namzet piştî saet 10.00an li avahiyên îmtîhanê nayên qebûlkirin. Namzet dê hewl bidin ku di 100 deqîqeyan de 80 pirsan çareser bikin.

Rûniştina Zanistên Perwerdehiyê ya piştî nîvro wê di saet 14.45an de dest pê bike. Namzedan piştî saet 14.30’an nakevin salonên îmtîhanê. Namzet dê hewl bidin ku di 130 deqîqeyan de 120 pirsan çareser bikin.

Rûniştinên din ên taloqkirî dê di 24ê Îlonê de bên kirin.

Tê payîn ku encamên îmtîhanê di 21ê Cotmehê de bên eşkerekirin.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir