• DOLAR 32.517
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2437.486
  • ...
Li Efrîqaya Başur qemyon û serwîs li hev qelibîn: 21 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya ku nêzê bajara Pongolaya wîlayeta KwaZulu-Natalê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, şofêrê qemyonê dema ku dixwest erebeyeke dinê derbas bike hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û li serwîsa ku li alîyê dinê yê rê de dihat qelibî.

Di encama qezayê de 21 kes mirin, hat ragihandin ku di nav kesên ku mirine de 19 zarokên ku ‘emrên wan di navbera 5 û 12 salî de ne hebûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir