• DOLAR 32.704
  • EURO 35.296
  • ALTIN 2442.269
  • ...
Fransa Êtîm Elî li Êlihê ji xwendekarên mihtac re alîkarîya qirtasîyeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dildarên Fransa Êtîm Elîyê ku li gundê Konaka ku girêdayê navçeya Kercosa Êlihê ye bi xwendekarên dibistana pêşîn re hatin cem hev û ji wan re çente û amûrên qirtasîyeyê belav kirin, bi vê şeklê wan zarokan kêfxweş kirin.

Nîzamettîn Ayganê Temsîlkarê Fransa Êtîm Elî derheqê fealîyetê de agahî da û diyar kir ku ew ji 50 êtîm û mihtacan re alîkarîya qirtasîye û çenteya dibistanê kirin.

Aygan weha axivî, “Em bi nav Fransa Êtîm Elîyê sazîya alîkarîya însanî li gundê Konaka navçeya Kercosa Êlihê ne.  Hemd ji xwe re ku me alîkarîyên xwêrxwazên xwe yên ku ji me re şîyandine teqdîmê zarokên êtîm û mihtac kir. Raste rast ditîna ev xuyangê me ji dil û can kedirand. Rewşeke gelek xwemgîn e. Lê Elhemdulîllah me zarokan bi vê şeklê kêfxweş kir.”

Aygan di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew ê alîkarî bidome û bi vê wesîleyê ji xêrxwazên Ewrupayê re ku alîkarîyan şîyandine sipasîyan dike. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir