• DOLAR 32.199
  • EURO 35.083
  • ALTIN 2423.808
  • ...
Bertekên Serokkomarê Şîlî ji rejîma îşxalker re
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomarê Şîliyê Gabriel Borîç ku bi piştevaniya xwe ji doza Filistînê tê naskirin, civîna ku ji bo Gil Artzyeli Sefîrê Rejîma îşxalker li Santiagoyê hatibû plankirin, ji bo pêşkêşkirina bawernameya xwe paşxist, ji ber ku leşkerên îşxalker ciwanek filistînî şehîd kirin.

Di nûçeyên ku çapemeniya Şîliyê ji çavkaniyên hikûmetê dispêrin de, hat diyarkirin ku biryara taloqkirina civîna ku Artzyeli dê pêbawerîya xwe têde pêşkêşî bike, piştî ku Serokomarê Şîlî hat agahdarkirin ku ciwanekî Filistînî yê 17 salî hat agahdarkirin li Şerîeya Rojava di encama gulebarana hêzên îşxalker de canê xwe ji dest da.

Ajansa nûçeyan ya Ex-Ante ragihand ku biryara Serokkomarê Şîlî bi êrîşa artêşa îşxalker a li Şerîeya Rojava ku di encamê de zarokek hat kuştin ve girêdayî ye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku civîna ku sefîrê rejîma îşxalker wê pêbaweriya xwe pêşkêş bike bi temamî nehat betalkirin û ji bo hefteya duyemîn a meha cotmehê hat taloqkirin.

Cîhad Tahayê Berdevkê Hereketa Berxwedana Îslamî ya HAMASê destnîşan kir ku ew ji ber ku Serokomarê Şîliyê qebûl nekiriye ku sefîrê rejîma îşxalker pêşkêşî bawernameyên xwe bike, li hemberî qetlîama artêşa îşxalker a li ser zarokên Filistînî şermezar dikin.

Taha, bang li Şîlî û hemû welatan kir ku ji bo piştgirîkirina doza azadî û dadmendiya mirovî bi taybetî doza Filistînê, têkiliyên xwe bi rejîma îşxalker re qut bikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir