Yapicioglu: Em bi Sûrîyeyîyan re nanê xwe dikarin par bikin lê nikarin wan teslîmê zaliman bikin
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku di çarçoveya zîyaretên memleketê de li Qonyeyê bi muxtaran re hevdîtinê kir, destnîşan kir ku Sûrîyeyîyan birayên me yên muhacîr in û di vê rewşa niha de şîyandina wan ne baş e.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di çarçoveya zîyaretên memleketê de ji bona ku hinek zîyaretan bike hat Qonyeyê.
“Sînorên başur ên xerîteyê bi cedwelê hatine çêkirin”
Yapicioglu li ser pirsa muxtaran ya ku nerîna HUDA PARê derheqê rewşa Sûrîyeyîyan de bersiv da, Yapicioglu destnîşan kir ku Sûrîye di dema Osmanî de di nav van ‘erdan de bû û şehîdên ku ji bona van sînorên îro neynê çêkirin hatine dayîn jî bi bîr anît û bal li ser biratîya Îslamê kişand.
Yapicioglu di axavtina xwe de weha got, “Birayên me yên Sûrîyeyî ji îro 100 sal berê kesên ku di bin ‘eynî îdareyê de bûn in. Wan ‘erdan, heta berîya herba ku di nav welat de derneketibû, ji teref kalên kesên ku vê memleketê îdare dikin ve dihat îdarekirin. Hinek kesan, piştî herba cîhanê ya yekemîn, Osmanîyê ji çar alî dorpêç kirin û wî kirin nav herbê, wî perçe kirin. 2 Fransizî rûniştin û li ser xerîtayê sînoran çêkirin, ‘erdên împaratorîyê perçe kirin û parve kirin. Dema ku hûn xerîteyê vekin û li alîyê başur biçin hûnê bibînin ku sînorên Sûrîye-Iraq, Sûrîye-Urdun, Urdun-Sûrîye-Erebistan, Erebistana Siûdî-Iraq, Misir-Lîbya an jî Misir-Sudan bi temamê bi cedwelê hatine çêkirin.”
Yapiciogluyê ku di berdewama axavtina xwe de “Me ji bona ku wan zilaman ev sînoran çênekin bi sedhezaran şehîd da” got û axavtina xwe weha domand, “Di encamê de kesên ku qezenc kirin sînoran çêkirin, peymanan anîtin û me dûçarê wan peymanan kirin, em jî mecbûr man û wan peymanan îmze kir. Sînoran kirin navbeyna me û birayên me, ji ber vê yekê me ji hev qetandin. Em ji bona ku ew sînoran çênebin bi sedhezaran şehîd da û dû re jî me bi xwe wan sînoran ji xwe re kir wek pîrozan.”
Yapicioglu, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Sûrîyeyîyan bi xwe bi xwe nehatin li vê derê û hebûna herbê ya ku di nav welatê wan de heye bi bîr anît û di axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala mecbûr nehêle lê dema ku însan mecbûr bimîne jî heta dawîya ‘emrê xwe ew ê herbê bike, ger ku ne hewce be tu kes naxwaze herbê bike. Herb ne baş e lê herba ew ê herî xirab jî herba nav welat e. Di nav ‘erdê wan de jî herba nav welat heye û sebeba wê herbê jî însanên ku ji li wê derê revîyane nînin. Paşîya paşîn jî li wê derê zalim Beşar Esad heye, ji xelqê xwe re zilmê dike. Hinekan li hemberê wî zalimê ji xwe re herbê hilbijart hinekên wan jî qeweta wan negirt ku herbê bikin li wan deran derketin. Ew, birayên me yên muhacîr ên ku mecbûr mane ji li wê derê derkevin in.”
“Ew, birayên me yên muhacîr ên ku mecbûr mane ji li wê derê derkevin in”
Yapicioglu, bal li ser îdraqa ku li berpila Sûrîyeyîyan tê çêkirin kişand û weha got, “Di navbera wan de kesên xirab, bêexlaq tuneye qey? Heye. Encax bila bal li ser vê tiştê ku bê kişandin ku çapemenî dixwaze ku nebîne. Yekê ku ji Sûrîyeyê hatibe li vê derê dema ku sucek bike nasnameya wê tê bêqîmetkirin û tê gotin ku ‘Sûrîyeyîyek êrîşî Tirkek kir’, ‘Sûrîyeyîyek destavêt li Tirkek’ an jî ‘Ciwaneke Sûrîyeyî li ciwanekê me xist’. Dema ku em li asta nifûsê binherin hejmarê Sûrîyeyî yê ku ji sucek ketîye hefsê ji me kêmtir e. Kes dema ku li welatê xwe, xwe biqewet bihesibîne gelek rehettir serî li sucan dike, li cihê ku xwe li wê derê xerîb bihesibîne bi rehetî xwe nake nav sucekî.”
Yapicioglu derheqê şîyandina Sûrîyeyîyan de jî axivî û weha got, “Hinekan dibêjin ‘em ê wan bişînin’. Em bibêjin ku bi Beşar Esad re hevdîtin hat kirin, derheqê îlankirina efûyê de soz jî ji wî hat girtin. Pekî, bawerî bi soz û gotina Esad tê kirin? Dema ku em wan însanan bi zanayî bişînin mirinê Xwedê Teala ewê hesabê ev tiştê ji me bipirse. Xwedê rizqê hemû mexlûqetan dişîne û ji ber ku ew hatine rizqê me jî kêm nabe. Bi rastî ew însanan bi karên xwe îdareya xwe dikin. Min li cihên cuda yên ku bi mirovên wek we re hevdîtinê kirim, li cihekî cotkarekî yê ku firingîyan cot kiribû ji min re weha gotibû ‘Ger ku Sûrîyeyî an jî Efxanîyan tinebin ez zilamekî ku ev firingîyan kom bike nabînim’ înşeatvan dibêje ku ez westayekî ku demir girêde nabînim, fîyeteke 2 qet 3 qet dibêjin. Em nanê xwe jî bi wan re parve bikin gerek em wan teslîmê zaliman nekin. Duayê me ev e ku bila bi lez û bez herba ku li wê derê heye biqede.”
“Tiryak hemû neslê mehf dike”
Yapicioglu derheqê firotina tiryakê de jî axivî û bal kişand ku gerek ji wan kesên ku firotina tiryakê dikin re cezaya îdamê bê dayîn, “Kesên ku firotina tiryakê dikin, ew kesên ku ji bona pere qetlîamê dikin in. Li cem min cezayê kesê ku tiryakê difroşe îdam tenê be gerek. Tiryak, hemû neslê mehf dike, wan hêdî hêdî dibe mirinê. Li gorî wan kesên ku firotina ev karê dikin gerek bên daliqandin, kesên ku dûçarê ev bûne bên tedawîkirin. Niha, micadeleya bi tiryakê re ya wezaret, ewlehîy an jî hikumetê qîm dike? Ez li encamê dinherim. Ger ku firotina tiryakê zêde dibe ez ê bibejim ‘ev micadele qîm nake’. Çîmkî ger ku qîm bikirana ew ê firotin û xwarina tiryakê kêm bibûna.”
“Ji kesên ku tiryakê çêdikin û difroşin re cezaya îdamê bê anîtin”
Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em daîma ev tiştê dibêjin: Hûn bi komkirina wan kesên ku li serê kolanan tiryakê difroşin ve nikarin ev tiştê biqedînin. Lazim e ku hûn bi wan kesên ku ev tiryakê çêdikin, ji derve ve tînin û dikin nav welat, firotin û belavkirina wê dikin re micadeleyek ciddî bikin. Çîmkî ew kes kesekî tenê nakuje, ji kesekî zêdetir mirovan dikuje û qetlîamê dike û ev tiştê jî ji bona menfeateke meddî dike. Gerek cezaya herî giran ji wan re bê dayîn. Niha cezaya îdamê tuneye lê li gorî min herî kêm gerek ji van însanan re ev ceza bê anîtin.” (ÎLKHA)