• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Di çalakiya 2 şehîdên Filistînî de leşkerekî îşxalkeran mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li nuqteya kontrolê ya leşkerên îşxalker a li herêma Kafr Dan a Cenînê qewimî.

Li gorî agahîyên ku ji çapemeniya Filistînê ku ew jî ji çapemenîya Îbranîyê bidestxistine, du pismamên Filistînî yên bi navê Abdurahman Abed û Ehmed Abed li nêzî nuqteya kontrolê ketin kemînê.

Pismamên ku bi qasî 2,5 saetan di kemînê de man, ji ber ku li gel ku hatin ferqkirin jî karîbûn çekên xwe baş veşêrin, ji aliyê dagirkeran ve xeternak nehatin dîtin û mudaxele nekirin.

Lê belê leşkerên îşxalker ên ku ji ber teqîna çekan matmayî mabûn, bi du çalakvanên Filistînî re ketin pevçûnê.

Di pevçûnê de Efserekî siyonîst bi giranî birîndar bû. Di pevçûna ku berdewam dike de her du pismamên filistînî jî şehîd bûn.

Efserê siyonîst li nexweşxaneya ku hatibû rakirin mir.

Hat diyarkirin ku şehîd Ehmed Abed 23 salî bû û di Îstixbarata Leşkerî ya Filistînê de dixebitî, şehîd Abdurrahman Abed jî li ser axa bajarokê Kefer Danê cotkarî dikir.

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMASê daxuyaniyeke nivîskî da û pismamên Filistînî ji ber çalakî û şehadeta wan pîroz kir. HAMAS, diyar kir ku ev çalakî li dijî îşxalkeran peyameke hişyariyê ya girîng e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir