Mînîbûsa ku karkerên febrîqeyê tê de bûn qelibî: 7 birîndar
Li Bûrsayê, mînîbûsa ku karkerên febrîqayê tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 7 kes birîndar bûn.
![Mînîbûsa ku karkerên febrîqeyê tê de bûn qelibî: 7 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/GnpT8z-bgqWSc4Tzp9lLViU5fF8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/37/minibusa-ku-karkeren-febriqeye-te-de-bun-qelibi-7-birindar-5a41fc0a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîsa ku di bin kontrola N.A. de bû û ji Înegolê diçû Yenşehîrê li Taxa Bogazkoyê ji ber 'erda ku ji baranê şimitoqî bûbû şimitî û qelibî.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên 'ewil bi tevî şofêr 7 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar, hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Înegolê.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)